Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara Kurd birî

Dadgeha rejîma Îranê bi behaneya ku tevlî xwepêşandanên şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ bûye, cezayê salek girtîgehê li nivîskar û lêkolînera Kurd Mujgan Kawusî birî.

Li gor agahiyên ku ji aliyê rêxistinên mafên jinan ên Rojhilatê Kurdistanê ve hatine belavkirin, roja 11’ê Tebaxê dadgeha Îranê salek cezayê girtîgehê li nivîskar û lêkolînera Kurd Mujgan Kuwusî ya ji baweriya Yarsan a xelkê Kelardeşt a ser bi parêzgeha Mazenderane, birî.

Beriya niha jî ji aliyê Liqa Yek a Dadgeha Şoreşê ya Sarî bi tometa ‘avakirina komên li dijî ewlehiya welat’ û çend tometeke din cezayê 39 mehan a girtîgehê lê hatibû birîn.

Mujgan Kawusî,di dema destpêkirina xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ de li mala xwe ya li Kelardeşt hatibû binçavkirin. Piştre bi dayîna sê milyar tûmenê Îranê bi awayek demkî heta dema pêvajoya dadgehê bi dawî tê, hatibû berdan.

/rojnews/

Öne Çıkanlar