Divê ev çawa be? Di masayên diyalogê de, di komîsyonên heqîqat û edaletê de, di mekanîzmayên biryardayînê de û di nivîsandina destûra bingehîn a demokratîk de beşdarbûna jinan girîng e. Çima? Gelek mînakên ji çar aliyên cîhanê nîşanî me didin… Cîhê ku vîn û perspektîfên jinan nagirin nikarin aşitiyeke civakî û mayînde ava bikin. Herêmên ku jinan di pêvajoyên diyalogê de dûr dixin, bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.
NY biryara 1325 derxist
Şer û mîlîtarîzm encamên polîtîkayên desthilatdariya mêr e. Şer û pevçûn di nav civakan de birînên piralî û demdirêj vedikin. Bi taybetî jin ji êrîş, êş, koçberî û windahiyên şer bandor dibin. Lewma jin ne tenê wekî qurbanên şer, lê wekî çalakvanên aşitiyê jî derketin pêş. Jinên ji netewên cuda ji bo aşitî û nûnertiya jinan tekoşîn kirin û di pêvajoyên polîtîk de cihê xwe girtin.
Di encama vê tekoşînê de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî sala 2000î biryara 1325 derxist. Ev biryar:
* Misoger dike ku jin bi awayekî wekhev beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin.
* Temsîliyeta jinan di mekanîzmayên biryardanê de tîne.
* Tedbîran ji bo pêşîgirtina li şîdeta cinsî distîne.
Ji xwe armanca biryara 1325 ew e ku jin bêtir beşdarî xebatên aştî û ewlehiyê bibin. Li ser vê bîryarê 25 sal derbas bûye. Lê vîna jinan hîn jî nayê hesibandin û tundiya zayendperest di asta qirkirinê de wekî amûrekî şerê li dijî jinan belav dibe.
Jinan tenê %6ê peymanên aştiyê îmze kirine
Li gorî lêkolînan di navbera salên 1992 û 2019 de jin li hemû cîhanê tenê %13 beşdarî danûstandinên aşitiyê bûne. Jinan tenê %6ê peymanên aştiyê îmze kirine. Balkêşe… Cihê ku jin tevlî pêvajoyên danûstandinan bûne îhtîmala pêkhatina peymanên aşitiyê %35 zêdetir bûye.
Piştî “Çareseriyê” çi bûye
Di piraniya welatên ku şer bi rengekî fermî navbera artêşên dewletê, kom an jî tevgerên çekdarî sekinî jî, em dibînin ku tundiya vediguhere şêweyên cûda.
* Jin ji welatên wekî Kolombiya, Meksîko-Çiyapas, Fîlîpîn û Nepal rave dikin ku bi bidawîbûna şerên çekdarî re tundiya mafyayên hişbir, çeteyên fihuşê, bazirganiya jin û zarokan gihand asta herî jor.
* Ax û xweza li herêmeyên ku berê li bin parastina hêzên gerîla bûn, îro ji aliyê dewlet û şirketên navdewletî tên wêran û talan kirin.
* Ferasetên paşviro yên baviksalar, dijberiyên olperest û nijadperest ji nû ve tên zindî kirin.
Gelek jinên têkoşêr rave dikin ku piştî îmzekirina peymanên aşitiyê xeyalên wan ên edalet û azadiyê pêk nehatin. Ev rastiyan radixin ber çavan ku lihevhatinên qanûnî bi dewletan re nabin mîsogeriya mafên jin û civakê. Ji vê zêdetir, zêhniyet û rêxistinbûna civaka demokratîk stûnên sereke yên aşitî û azadiyê ne. Lewma, çiqas nûnertiya vîna jinê di qada dîplomasiyê de girîng e, ewqas jî rêxistinbûnên xweser ên jinan û têkoşînekî daîmî ji bo pêşxistina çanda demokrasî û hevjiyana azad di nav civakê de pêwîst e.
Hûnandina pergala konfederal a jinan
Yek ji cûdahiyên bingehîn navbera rewşa jinên Kurdistanê û rewşa jinan di pêvajoyên danûstandinên aşitiyê li welatên din ên cîhanê de ew e ku di 32 salên dawî de, Rêber Apo bi tevahî pêngavên xwe ji bo çareseriya siyasî û aşitî li Kurdistan û Rojhilata Navîn re ristekî stratejîk daye têkoşîna azadiya jinê. Ji agirbesta sala 1993an vir ve, li gel her bangeke diyalogê û pêşxistina nexşerêya aşitiyê, Rêber Apo perspektîfên nû derbarê rêxistinbûn, têkoşîn û bîrdoziya azadiya jinan de aniye rojevê. Di hevdîtineke li Îmralî di sala 2002an de Rêber Apo erkên entelektuel, polîtîk û exlaqî yên tevgera jinê bi kurtasî wekî nivîsandina dîroka jinê, pêkanîna şoreşa jinê û gihandina hevpeymana civakî ya jinan pênasekiriye. Bi pêşniyarên ji bo projeyên wekî avakirina komel, weqfê, kooperatîf, park û bajarên jinan re, Rêber Apo gavên ji bo hûnandina pergala konfederal a jinan, veguhertina demokratîk a zêhniyeta mêr û bi dawî kirina çanda tecavûz û qirkirinên li ser jin, civak û xwezayê destnîşan kir. Hêvî û pêdiviya aşitî herî zêde jin pêhesiyan. Ji Dayîkên Aşitiyê heta Înîsiyatîf, Kombûn û Konferansên Jinan a ji bo Aşitiyê di her pêvajoya dîyalogê de rêxistinbûna civakî û çalakbûna sîyasî ya jinan xurttir û berfirehtir bûye.
‘Azadiya jinê bingeha hemû azadiyan e’
Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê him li Bakur him jî li Rojava pêşengtiya avakirina sazî û pergala xwerêveberina civakê û neteweya demokratîk kir. Her wiha sazîbûna jineolojiyê bûye rênîşanek ji bo kûrkirina zanist û parvekirina zanînên jinê. Pêkanîna pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a jinan di tevahî saziyên civakî û polîtîk de, an jî beşdarbûna wekhev a jinan ji xebatên qanûnsaz û hevpeymana civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên girîng ên şoreşa jinê ne. Pêwîste ku em van destkeftiyan biparêzin. Lê belê di warê gihandina civaka demokratîk de ya ku bi beşdarbûn û vîna tevahî beşên civakê xwe li ser hîmen ên demokrasiya rasterast, aboriya komînal, adaleta civakî, ekolojî û azadiya jinê xwebirêve dibe hîna kêmanî hene.
Ji bo em van kêmaniyan rabikin pêwîst e ku em xwe ji fêrbûnên zêhniyeta mêr-dewletê ya ku kesayeta mirovan esîr digire, parçe dike û wekî şirikên pergala serdest bi kar tîne xilasbikin. Ronesansa jinê an jî vejîna jinê tê wateya ku em bi jinên ji tevahiya pêkhate û beşên civakê nêrînên xwe derbarê rêgezên jiyana civakî, aşitî û azadiyê li ser bingeha serwextbûna ku “azadiya jinê bingeha hemû azadiyan e” û “rêya sosyalîzmê ji azadiya jinê û demokrasiyê derbas dibe” nîqaş bikin, biryarên hevbeş bistînin û pêkbînin.










