Leyla Agirî: Kulîlka li Gola Wanê  

Leyla,

Kulîlka li ber Gola Wanê

Evîna li Çiyayê Sîpanê,

Li ba dibin tîrêjên rojê

Li ser wê xemgîn e

Dikeve dilop bi dilop

Di xwêdana li ser enîya te de 

Hêviyên zarokan dibarin 

Ji roniya çavên te

 

Bayê Serhedê belav dibe 

Bêhna gulên destên te

Li ser axa welatê min

Ava dibe bircên evînê 

Ji hesreta te 

 

Hesreta ji  kenên çavên te

kaniya şînê diherike 

Li nav dehl û baxên  welatê min

Jiyanek ji nû ve xwe diafirînê Leyla.

Mazlum Xelilî 01 .06 .2021

Öne Çıkanlar

İlginizi Çekebilir