Zîlan Vejîn: Li Rojhilat û Îranê têkoşîna jinan, şer û aştî

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê du rojevên sereke hene. Yek şer, yek jî aştî û demokrasî. Piştî têkoşîna şerê çekdarî ya çil û yek salan Tevgera Azadiya Kurdistanê şerê çekdarî bi dawî kir û komek gerîla bi navê koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe şewitand. 

Civaka Rojhilatê Kurdistanê û demokrazîxwazên Îranê piştgiriya xwe ji bo vê diyar kirin. Komara Îslamî Ya Îranê û dewleta Îsraîlê, her du dewlet netew ev çil û heft salin di nav şer û gefên dijberî hev de ne. Piştî çil û heft salan Îsraîlê êrişî Îranê kir. Di demekê de ku li herêmê di pêşengiya Rêbert APO de hewildana pêşxistina aştî û aramiyê heye, hişmendiya dewlet netew şer, alozî û bê Îstiqrariyê kûr dike. Şer bûye amûrek ji bo rê li ber aştiyê vebe, lê nebûye rêya çareseriyê.

Banga Rêber APO ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk a bi dîmen, bandorek pir cidî û kûr li ser her kesê kir. Ev bandor bi qasî ji hestiyariya ji bêrîkirin û hesreta salan be, di heman demê de bawerî û hêviya mezin a gelan a ji çareseriya demokratîk ku Rêber APO diyar dike, çêkir. Civaka Kurd bi hesreta jiyanek azad û demokratik e. Êdî di bin darê zor û tirsê de jiyîn ne çarenûsa Kurdan e. Lê mixabin êdî di bîra civakê de wek çarenusê cih girtiye. Lê Rêbert APO bi felsefeya xwe ya jiyana nû û paradîgmaya xwe ya civaka demokratîk ev çerenûs û bîra ku ava bûbû bi têkoşîn û keda xwe ya salan digûhere. Vê di civakê de hêviyek mezin ava kiriye.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokartîk ku ji 23’ê Cortmeha 2024’an ve destpê kiriye, îro gihiştiye astek giring û dijwar. Bê guman heya gihişt vê astê jî pir pêvajoyên giran û dijwar ên têkoşînê jî li pey xwe hiştin. Ji bo Manîfestoya Civaka Demokratîk bi pratîk û jiyanî bibe, xebat û têkoşînek hîn mezin û berfireh pêwist e. Tişta ku Rêber APO di şexsê civaka Kurd de dixwaze bike, ji bo hemû civakên bindest û azadîxwaz e. Lewra wê ev yek demekê bigire ber xwe. Gelek kelem hene ku divê bêne rakirin û rêya ku em nû ketine ser, bi bawerî û hêviyê meşa wê dikare bi wate bibe. Ev pêvajo ne wek ti pêvajoyên derbasbûyî ye. Lê em nikarin ji pêvajoyên berê jî qut bigirin dest. Em dikarin bêjin encam û kombûna hemû wan merhele û pêvajoyên têkoşînê ne.

Pêşengên vê pêvajoyê jin in

Di van çend mehan de gelek gavên giring ji hêla Tevgera Azadiya Kurd ve ji bo çareseriya pirsa Kurd hatin avêtin û herî dawî jî merasîma bi heybet a gerîla cidiyeta vê pêvajoyê bi hemû giraniya xwe ji cîhanê re nîşanda. Ev helwest, sekin, îrade, bawerî û israra di felsefeya jiyan nû û çareseriya siyasî û demokratîk de bû. Pêşengiya vê pêvajoyê Rêbertî weke Tevgera Jina Azad a Kurdistanê destnîşan kir. Gava herî dawî jî di pêşengiya jin de pêk hat. Ev peyamek gelek giring û dîrokî bû. Rêber APO herdem dest nîşan kir ku pêvajoyên aştî û demokrasiyê pêwiste di pêşengiya azadiya jinê de pêş bikeve. Lewra herdem giringiyek mezin daye têkoşîna azadiyê ya jinan. Ji bo vê wateya vê pêngava dîrokî jî di milek din de pêşengiya jinê bû. Ev gava dîrokî ya çek şewitandinê di serdemek ku herî zêde şer û pevçûn li herêmê têne jiyîn de pêk hat. Di vê mijarê de rojevek gelek giring çêkir. Li cihê ku hêzên hegemon û dewlet netew bi şer çareseiyê pêşkêş dikin, Rêber APO bi hêza xwe ya siyasî, civakî û rola xwe ya dîrokî di çareseriya bi rêya hiquqî û siyasî de bi israre.

Şer û aloziya Îsraîl û Îranê

Êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê bi salan di rojavê de bû. Vê êrişê bi şerekî 12 rojan dewam kir û bi agirbestekê sekinî. Bê guman ji avabûna komara Îslamî ya Îranê ve Îsraîl gefan li Îranê dixwe û şerê wan ê nerasterast bê navber berdewam e. Çend nifş di civaka Îranê de bi rojev û gotina êrişa Îsraîl û Emerîka ya li ser Îranê mezin bûn. Esas ev gotin bûbû yek ji gotina rojê û êdî ji rêzê bûbû. Wisa jî nedihate payîn rojekê wê ev pêk bê. Şerê ku bi mûdaxeleyên hêzên derve li herêmê dest pê kiriye, bi xwe re ti çareserî ne aniye, berevajî bedel û encamên wê ji bo civakan gelek giran bûye. Dewleta Îranê jî çil û heft salan bi vê kabûsê jiya û li jêr vê gefê jî zext û qedexeyên li ser gelan berfireh û bê navber kir. Hişmendiya mêrsalar ya mezhebperestiya Şîa li gel ew çend tengasiyan jî di mayîndebûna rejîma heyî de bi israr e. Xwe bi her awayî ji gûhertina demokratîk re girtiye. Civaka ku ew çend xwedî pir-rengîbûna netewî, çand û baweriyane lê hişmendiya desthilatê her dem wê ji nedîtî ve hatiye û di siyaseta xwe ya qedexe û qirkirinê de bi israr e. Civaka Îranê bi dewlemendiya xwe ya pir-rengî xwedî derfetên mezin ên demokratîk û komînalbûnê ye. Tevî hemû siyasetên parçekirin û cudaxwaziyê jî, gelan bi hevre jiyaye û di eniya tekoşînê de di yek rêzê de cih girtine. Ji bo wê jî pêşxistina demokrasiyê sitûna bingehîn a parastinê ye. Sîstemek demokartîk qedexeyan nasepîne, şîdetê bi kar nayîne, civakê bi qanûnan bi rêve nabe. Ji ber pîvana bingehîn a demokrasiyê exlaq e. Lê ji ber demokrasî nîne, cihek ku nasname û fikir xwe lê îfade bikin nîne, her dem ji teqînek civakî re amade ye ku serhildanên rejîmê hilweşîne di nav xwe de dihewîne û pêk tîne

Tirsa dewleta Îranê ya mezin jin in

Waye êrişa ku dihate payîn pêk hat! Şerê 12 rojan bi çi armancê hate kirin, çi bi xwe re anî û çi çareser kir? Gelên İranê alîgirê vî şerî bûn yan na? Lê ev rastî hemû li ber çav in. Ne Îsraîl gihişt hedefa xwe, ne jî tehdît li ser Îranê bi dawî bûn û bermahiya wêrankariyê ji kesên feqîr re ma. Lê civaka Îranê bi taybet jin, di vî şerî de ne alîgirên hêza êrişker bûn ne jî alîgirên rejîmê bûn. ji ber di rewşa heyî de deriyek din ê şer li herêmê vebû ku ya zirarê jê bibîne civak e. Binêrin, di vê dijwarî û germahiya şer û êrişan de, rejîm Îranê li pey hîcaba jinan ketibû. Her kes li bendê bû rejîm hilweşe û bi navê komara Îslamî tiştek nemîne. Hêza parastinê ya rejîmê hate rewşek tinebûnê. Bi dehan fermandarên payebilind û kesayetên zanyarên atomî hatin kuştin. Lê ev hemû ji bo dewletê ne giring û xeter bûn. Ya xeter û rûxîner ji rejîmê re hîcaba jinan bû. Rejîmek bi vî avayî bi temamî ya hilweşînê ye, lê ne bi êrişên derve, bi tekoşîna civakî ya demokratîk a gelen û jinan divê ev pêk were. Rejîma Îranê jî wek hemû hêzên desthilatdar dizane têkoşîn û rêxistina jinan bi hevgirtina civakî wê dawiya wan desthilatdaran û rejîmên statukoparêz bîne.

Hêza jinên Îranê di dema serhildanên JIN JIYAN AZADÎ de, di serî de rejîmê û hemû cîhanê dît. Ji bo vê hêza jinê ya rêxistinkirî û têkoşîna demokratîk a gelan bingeha esasî ya têkoşîna li dijî pergalên heyî ye. Jin bi têkoşîn û xebata xwe di her qada jiyanê de hebûna xwe diyar dikin û ji bo vê mîsoger jî bikin di nav hewildanan dene. Ji bo ew hebûn bigihe xwebûn û  nasnameya azad, pêwiste derfetên heyî hemû ji bo azadiya xwe û hem jî ya civakê baş rêxistin bike. Ji ber di civakekê de çiqas asta zanistî, rêxistinî û bihevrebûn û xwebûna jinan diyar be, ew çend ew dikare bibe civakek exlaqî û polîtîk. Di heman demê de dikare demokratîk bibe. Jin di îranê de xwedî wê potansiyelêne û yê wê bi ser bixin. Lewra heger di pêşengiya jinan de civak rêxistinkirî nebe, rejîma ku hilweşe li şûna wê yekî baştir wê neyê. Mînaka herî nêzîk û li ber çavan rejîmên Baas ên Iraq û Suriyê ne.

Metirsiya li ser jinên girtî mezin e

Jinan bi daxwaz û çalakiyên xwe ji bo azadiyê li Îranê gelek dîwarên ku dewletê xwe li ber diparastin hilweşandin. Hin dîwarên heyî jî bi şerê 12 rojan lawaz bûne û li ber hilweşînê ne. Di hêla bîrdozî û rêveberî de gel û jinan ji zûve rewabûna rejîmê xistine jêr pirs û nîqaşê û ev rewabûn ji hêla civakê ve winda kirin. Lê eger Îranê li gorî heqîqet û hebûna civakê gûhetinan ava bike û wê wek derfetek zêrîn ya derketina ji wan qeyranan bibîne wê bibe nimûneyek li ber çavan. Lê eger di siyaseta xwe ya niha de israr bike û her roj ciwanan darve bike, li kolanan şîdet û îşkenceyê li jinan bike hilweşîna wê dê ne dûr be. Di vî şerî de êrişa li ser girtîgeha Evîn jî fikar gelek zêde kirin. Bi dehan kes hatin kuştin. Rewşa girtiyan ne baş e, ti agahî ji wan nayê girtin û di jêr metirsiyek mezin dene. Lê li gor hin agahiyan jî girtî vegûheztine girtîgeha jinan ya Qerçek a li Tehranê. Ew girtîgeh li cihek zûhaye. Di wê girtîgehê de rewşa jiyanê gelek xirab e.  Hêjmarek pir zêde girtiyên jin hene û ew jî hemû girtiyên edlî ne. Lê di her şert û mercek de girtiyên siyasî xwe rêxistin dikin û çalakiyên xwe dewam dikin. Rêxistinbûna jinan li girtîgehan di pêşengiya jinên Kurd de hat pêşxistin ku hemû jinên ji bawerî û netewên cudane û bi hevre ji bo heman armancê têdikoşin. Heya niha ti agahiyek ji wan girtiyan nehatiye wergirtin. Kes nizane çi bi serê wan hatiye û dê çi bi sere wan bînin. Ji ber her roj rejîm di jêr navê ajanên Îsraîlê de însanên bê tewan darve dike. Têkoşîna li derve li dora girtiyên jin ên siyasî ava bûye û bi hemahengî çalakiyên Sêşemên “Na Bo Darvekirinê” rêxistin dikin. Her yek ji wan girtiyan di xeteriya herî mezin de ne. Wê pergala demokaratîk a Îranê bi têkoşîn û rêxistina jinan bê pêşxistin. Ji derveyî wê ti hilbijardeyek din ne jin ne jî civak dê qebûl nekin.

/jêder: newayajin.net /

Öne Çıkanlar