Tevî qeyrana aborî û nebûna derfetên kar, jinên Helebceyê bi jêhatin û rengîniya destên xwe hem debara jiyana xwe dabîn dikin hem jî jêhatinên xwe nîşan didin.
Welatiyên Herêma Kurdistanê li gel kêmbûna gelek xizmetgûzariyan, pirsgirêkên elektrîk, av û mûçeyan, bi qeyrana aboriyê re jî rû bi rû ne. Ji vê yekê jî herî zêde jin zererê dibînin. Tevî van pirsgirêkan, nebûna derfetên kar, her wiha dijî zihniyet û hişmendiya mêrsalar ya fetisandina jinê ya di mal de, jinên parêzgeha Helebceyê bi derxistina jêhatin û kêrhatinên xwe hem debara jiyana mala xwe hem jî xwedî li jêhatinên xwe derdikevin.
Jinên Kurd ji berê de ji bo azadiya aboriyek serbixwe têdikoşin. Bi taybet piştî hilweşîna rejîma Bees’ê di sala 2003’yan de, jinan di bazara azad, kerta taybet û hikûmetê de hewl dan ku aboriyek serbixwe bi dest bixin da ku şert û mercên jiyana xwe baştir bikin. Tevî astengiyên ku ew pê re rû bi rû dimînin, kevneşopiyên civakî û qeyrana aboriya ku Herêma Kurdistanê di 11 salên borî de bi xwe girtî, jin karîne di dabînkirina aboriyek serbixwe de biserkevin û astengiyên zihniyeta mêrsalar bişkînin.
Jin karkirinê wekî pêwîstiyek jiyanê dibînin û pişta xwe didin hêz û jêhatinên xwe. Di salên dawî de, jinan di pêşxistina kerta aborî û hêza kar de pêşengî girtine ser xwe. Lê ji ber krîza aborî ya ku ji sala 2014’an vir ve derketiye holê, hîna rewşa aboriya jinan nikare bibe jiyan û debara wan baştir bike.
Ji sala 2014’an vir ve, Helebce ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve wekî parêzgehek hatiye pejirandin û jin karîne di saziyên hikûmetê de post û statûyên bilind bigirin û di navendên biryardanê de rolek giring bileyîzin. Lê ev yek nebûye sedema hîn bêhtir derfetên kar ji bo jinan werin dabînkirin. Vê yekê jinan sînordar nekiriye, karîne çand û kevneşopiyên civakî yên li pêşiya xwe bişkînin û ji bo jinên din ên li herêman bibin mînak û piştgirê wan.
Yek ji wan jinên ku li Helebceyê aboriyek serbixwe ji bo xwe afirandî, Nesrîn Mistefa ye. Nesrîn Mistefa bi jêhatin û kêrhatinên xwe debara jiyana mala xwe dike û ji bo jinên derdora xwe jî dibe mînak.
Wek Nesrîn bi xwe dibêje: “Piraniya jinên li Helebceyê kar dikin. Her wiha li gundan jî jinan roleke bi bandor û berdewam di xebatê de lîstine. Em berhemên xwe yên herêmî bi rêya bazara heftane difiroşin û ji xwe re derfetên kar diafirînin. Kirêdar baweriyek mezin bi karê jinan tînin û dizanin ku berhem ji aliyê jinan bi xwe ve tên çêkirin.”
Nesrîn Mistefa bang li jinan kir ku di vê serdema bêkariyê de ji malê derkevin û ji xwe re çavkaniyên dahatê peyda bikin.
Her wiha Lawa Fetah jî ku yek ji wan jinên xwedî aboriyek serbixwe ye got: “Jinên li parêzgeha Helebce û herêma Hewramanê demek dirêje ku kar dikin. Çi di saziyên hikûmetê de be çi jî di kerta taybet de, her yek ji wan di warên xwe û jêhatinên xwe de serkeftî bûne.”
Lawa Fetah bi çêkirina xwarinên gelêrî beşdarî festîval û bazarên heftane dibe. Wek bi xwe dibêje: “Ez ji bo xwe û malbata xwe debarek baş dabîn dikim. Her wiha gelek jinên me yên jêhatî di warên hunerên destan, xwarin çêkirin, şîranî, tevn û dirûtinê de li bajêr hene û her kes bi hev re dixebite.”
/Rojnews/











