Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan komek perwerdekar xelat kir

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Lubnanê çalakiyek ji bo xelatkirina komek perwerdekarên tev li bernameya perwerdê ya taybet bi pêşxistina jêhatî û xurtkirinê bûne, li dar xist…

*

Di çarçoveya çalakiyên Kampanyaya 16ˊê Rojên ji bo Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Lubnanê çalakiyek taybet bi xelatkirina komek perwerdekarên tev li bernameya perwerdê ya pêşxistina jêhatî û xurtkirinê bûne, organîze kir.

Nûnera Têkiliyên Derve yê Kongra Star a Lubnanê Henan Osman jinên tev li bernameya perwerdê bûne xelat kir û spasiya Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ji bo kedên wan û rola wan a piştgiriya jinan kir.

Henan pesna kedên perwerdekaran, pabendbûn û pêşxistina wan a berbiçav kir û da zanîn ku xurtkirina jinên ciwan gaveke bingehîn a pêşxistina beşdariya wan a civakî û aakirian siberojeke adilantir û ewletir ji bo jinan e.

Çalakî bi girîngîdayîna pêşxistina hevkariyê di nava rêxistinên jinan de, berfirehkirian rûberên berevaniyê, destekdayîna jin û keçan li tevahî herêman bi dawî bû.

/ANHA/

Öne Çıkanlar