AMED- Wêneyekî ku ji aliyê wênekêşê Kurd Mehmet Masum Süer ve di mîtînga Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk de hatibû kişandin, ji bo koleksîyona rêxistina navneteweyî Global 50/50, ku li cîhanê ji bo wekheviya zayendî têdikoşe, hatiye qebûlkirin û li ser malpera rêxistinê hatiye weşandin.
Di wêneyekî ku ji aliyê wênekêşê navneteweyî Mehmet Masum Süer ve di meha Gulanê ya borî de li Amedê di mîtînga ji bo Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk de ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hatibû organîzekirin hatibû kişandin û di koleksîyona Global 50/50 de cih girt de, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM), Tülay Hatimoğulları diaxive, û li dora wê jinên Kurd ku bi tilîyen xwe nîşana serketinê dikin xuya dikin.
Wêneyê Süer, di bin sernavê “Têkoşîna Jinên Kurd ji bo Aştiyê û Azadiyê” û di beşa “Qanûn û Edalet”ê de cih girt, dê ji aliyê Global 50/50 û rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên din û ji aliyê çapemeniya cîhanê jî di rapor, lêkolîn û nûçeyan de wê bê bikaranîn.
Bawerî û serbilindiya kolektîf a jinan
Wêneyê Süer ji aliyê Global 50/50 ve bi vê daxuyaniya jêrîn li koleksiyonê hate zêdekirin:
“Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tülay Hatimoğulları bi serbilindî li pêşberî girseya ku ji aliyê jinên Kurd ve hatiye dorpêçkirin û pankart di destê wan de ne û nîşanên serketinê çêdikin, diaxive. Rûyê wan bawerî û serbilindiya kolektîf nîşan dide. Ev wêne kêliyek girîng di tevgera aştî û azadiyê ya jinên Kurd li Tirkiyeyê de nîşan dide. Piştî çil salan şerê çekdarî di navbera artêşa Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, bi banga bêçekbûnê û hevdîtinên aşîtiyê ya rêberê PKKê Abdullah Öcalan dest pê kir. Li Amedê, jinên Kurd ji bo piştgiriya vê pêvajoyê hatin cem hev û daxwaza demokrasî, wekhevî û bidawîanîna tundûtûjiyê kirin. Serokatiya Hatimoğulları rola veguherîner a jinên Kurd di lêgerîna aştiyê de temsîl dike. Aktîvîzma wan hem zilma baviksalar û hem jî ya dewletê dixe ber pirsê, û diyar dike ku têkoşîna ji bo edaletê ji têkoşîna ji bo wekheviya zayendî nayê veqetandin.”
Rêxistina civaka sîvîl Global 50/50 a ku navenda wê li Brîtanyayê ye, 30 sal in li ser asta navneteweyî ji bo wekheviya zayendî, piştgiriya serokatiya jinan û polîtîkayên tenduristiyê ku ji bo her kesi dixebitin xurt bike lêkolîn, rapor û nûçeyan amade dika û belav dike.











