Li Silêmaniyê Nîqaşek Li Ser ‘Rola Jinan Di Olan De’ Hate Lidarxistin

 Îro li bajarê Silêmaniyê, bi beşdariya nûnerên ol û mezhebên cuda, nîqaşeke taybet a bi navê “Rola Jinan di Olan de” hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku ji aliyê Rêxistina Aşvan ve hatibû organîzekirin, bal hate kişandin ser girîngiya jinan di pêvajoyên aştî û tehamulê de.

Jin wekî Pêşengên Jiyanê û Ol

Di nîqaşê de hate destnîşankirin ku jin di dîroka Mezopotamyayê de her tim di avakirina jiyanê de di rêza pêşîn de bûne. Beşdaran tekez kirin ku olên wekî Zerdeştî, Îslam, Xiristiyanî, Behayî û Kakeyî nirxekî bilind didin jinan û wiha hate gotin:

“Di van hemû olan de, jin xwedî pozîsyoneke manewî, rewşenbîrî û civakî ne. Her cure tundiya li dijî jinan, li dijî prensîbên resen ên olan bixwe ye.”

Hişyariya li Hemberî Ramanên Tundrew

Aware Cemal, ku yek ji beşdarên nîqaşê bû, di daxuyaniyekê de ji bo ajansa nûçeyan diyar kir ku nîqaşên bi vî rengî ji bo agahdarbûna jinan ji mafên wan gelekî girîng in.

Cemal bal kişand ser astengiyên dîrokî û got:

Di raboriyê de jin bi navê ol û ramanên tundrew rastî tundiyê hatine.

Gelek ji van astengiyan îro hatine derbaskirin.

Pêwîst e jin ji bo parastina helwesta xwe, xwedî zanîneke rast û kûr bin li ser hemû olan.

/Çavkanî: Rojnews/

Öne Çıkanlar