Jinên Silêmaniyê diyar kir ku ew ê rêbaza şehîd Xezal bişopînin û gotin: “Hinek medyaya di bin bandora hinek aliyan de ne, dixwazin Silêmaniyê reş bikin.”
Di 14’ê Nîsanê de, di encama êrişa rejîma Îranê ya li ser Kampa Sûrdaş a li Silêmaniyê de, pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Xezal Mewlan a 20 salî şehîd bûbû. Jinên Silêmaniyê derbarê şehîd Xezal Mewlan û bêxemiya hinek nexweşxaneyên taybet ên li Silêmaniyê de ji ajansa me re axivîn.
Tanya Tahir: Şehadeta Jinan di Dîroka Me de Ne Tiştekî Nû ye
Mamosteya zanîngehê Tanya Tahir destpêkê sersaxî da hemû jinên şoreşger û got: “Şehîd Xezal şehîda hemû Kurdan e. Di dîroka azadîxwaziya Kurdan de şehadeta jinan ne tiştekî nû ye. Bi taybetî hedefgirtina hêzên Rojhilat sûcekî şer e; ji ber ku Kurd li Rojhilat xwedî dozeke nîştimanî ne. Tevî ku di vê şerî de bêdeng in jî, dibin hedef.”

Tanya Tahir di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiya hinek nexweşxaneyên taybet ên li Silêmaniyê û wiha pê de çû:
“Tevî erka pîroz a doktoran, wan nekarî wekî pêwîst bi erka xwe rabin û şehîd Xezal derman bikin. Hêvîdar im ev kiryar bandora xwe li têkiliya bi beşên din ên Kurdistanê re neke; ji ber ku ew temamkerên me ne û li ser xaka xwe ne. Nabe em wekî mêvan li wan binêrin.”
Tanya Tahir da zanîn ku di vê qonaxê de rol û erka jinan li hemberî şehadeta Xezalê lewaz bû, lê sedema vê yekê bi ewlekariyê ve girêda û got: “Lê em ê li ser rêbaza Xezalê têkoşîna xwe ya sivîl û civakî bidomînin. Hinek ji medyaya di bin bandora hizban de ne, hewl didin Silêmaniyê reş bikin. Divê medya hişyar be û mîna aliyên siyasî li ser mijara şehîd Xezalê nerênî neaxive. Ji ber ku xelkê Silêmaniyê têkoşer in û dîroka Kurdan şahidiya vê rastiyê dike.”
Beyan Îbrahîm: Jin Pêşengên Mirovahiyê ne
Nivîskar Beyan Îbrahîm jî li ser heman mijarê axivî û got: “Jin bi germî pêşwaziya cenazeyê şehîd Xezalê dikirin, lê ji ber sedemên ewlehiyê nekarîn bi girseyî beşdarî merasîma veşartinê bibin; ji ber ku dron bi awayekî bêberpirsiyarî Herêma Kurdistanê dikin hedef.”
Beyan Îbrahîm her wiha anî ziman ku rêxistinên jinan berpirsiyariya xwe ya li hember merasîma şehîd Xezalê bi cih anîne û çi ji destê wan hatiye kirine. Wê got: “Rêxistin her dem amade ne beşdarî şînan bibin, bi taybetî gava qurbanî jin be, erka wan girantir dibe; ji ber ku jin pêşengên hemû mirovahiyê ne.”

/Çavkanî: Rojnews/











