Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefaletê hate berdan

Li İranê girtiya nexweş Nêrgiz Mihemedî, ji bo tedawiya nexweşiyê, bi kefaletê hate berdan. 

 Ji bo tedawiya Nêrgiz Mihemedî ku sala 2023’an hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hate dîtin, Îranê ew bi kefalet berda. Di daxuyaniya Weqfa Nêrgiz Mihemedî ya 10’ê Gulanê de hate ragihandin ku aktivîsta mafên mirovan bi ambûlansê ji bo nexweşxaneyek li Tehranê hate veguhestin.

 Hate gotin, “beşeke girîng a cezayê Nêrgiz Mihemedî bi berdêla kefaleteke girîng hatiye taloqkirin.” Weqfê diyar kir ku divê aktivîst ji aliyê tîma wan a tenduristiyê ve bê dermankirin.

Nêrgiz Mihemedî ya 53 salî beşeke mezin a bîst salên dawî ji ber karên xwe yên mafên mirovan di binê çavan de û li girtîgehê derbas kir. Li gorî nûçeya ku ji aliyê parêzeran ve hate ragihandin, Nêrgiz Mihemedî dema li Girtîgeha Zencanê dihate ragirtin 24’ê Adarê û 1’ê Gulanê du caran krîza dil derbas kir.

 

/Ajansa Mezopotamya/  

Öne Çıkanlar