KJAR: Jiyana Zeyneb Celaliyan di metirsiyê de ye

KJAR’ê ragihand ku rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan, ku di girtîgeha Yezdê de tê girtin, di metirsiyê de ye û diyar kir ku divê ew demildest were dermankirin.

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), têkildarî rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan daxuyaniyek weşand û hişyarî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan gelekî xirab e, jiyana vê çalakvana Kurd a di girtîgeha Yezdê de di metirsiyê de ye û pêdivî ye ku demildest were dermankirin.

Hate destnîşankirin ku dezgehên ewlekariyê her cure lênihêrîna bijîşkî û heta mafê peywendiya telefonê ya Zeyneb Celaliyan, bi şerta nivîsandina nameya ‘poşmaniyê’ sînordar dikin. Zeyneb Celaliyan, ku berê di girtîgeha Qerçekê de bi vîrûsa Koronayê ketibû, ji ber êşkenceyên giran niha bi metirsiya windakirina her du çavên xwe re rû bi rû ye.

KJAR’ê destnîşan kir ku Zeyneb Celaliyan bûye sembola berxwedana jinê ya li dijî zordariyê; her wiha bang li raya giştî kir ku ji bo azadkirina bêşert û merc û veguhastina wê ya demildest a bo nexweşxaneyê çalakiyan bikin.

Çalakvan û girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan (45), di sala 2007’an de hate binçavkirin û nêzîkî 20 salan e ku bêyî destûra rojekê jî, di girtîgehên Xoy, Qerçek, Kirman, Kirmanşan û Yezdê de tê girtin. Ew di sala 2009’an de bi tometa ‘serhildan û têkiliya bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) re’ bi cezayê darvekirinê hatibû mehkûmkirin. Piştre, ji ber zextên çalakvan, rêxistin û saziyên mafên mirovan, cezayê wê yê darvekirinê di sala 2011’an de wekî cezayê heta-hetayî  hate guhertin.

/Çavkanî: ANF/

Öne Çıkanlar