Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed dibêje NATO xwe spart hêzek lewaz a ku wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, ji bo vê wê NATO gelek wenda bike. Îlham Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk hîna hewl dide xewna xwe ya osmaniya nû pêk bîne.
Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed derbarê gef û êrişên Tirkiyê û piştgiriya NATO’yê jêre, nirxandinên girîng kir.
Îlham Ehmed behsa rewşa awarte ya ku Rêveberiya Xweser ragihand, eşkere kir ku wê ev rewş ne demkî be û got:
”Gefên Tirkiyê ne nû ne, madem siyasetên xwe yên hilbijartinê li ser rijandina xwînê ava dike, gefên wê bi dawî nabin.
Rewşa awarte wê ne demkî be, dê dirêj bike ji ber ku em li hemberî şerekî cîhanî ne û pêwîstî bi tedbîran heye.”
Îlham Ehmed balkişand ser piştgiriya NATO ji Tirkiyê ya dijberî Kurdan, ev piştgirî rexne kir û ev tişt aniziman:
”’Tirkiye, hêza xwe ji NATO’yê digire. Hîna hewl dide xewna xwe ya osmaniya nû pêk bîne.
Lihevkirina Lozanê ji bo xwe neheqî dibîne. Ji ber wê dixwaze xeta Lozanê rast bike.”
Îlham Ehmed: NATO xwe spart hêzek lewaz, dê winda bike
Îlham Ehmed behsa peymana li Madrîdê jî kir, îşaret bi bandorên wê li ser rewşa hundir a Swêd û Fînlandiya kir û got:
”Bi îmzekirina lihevkirina sêalî re, pirgirêk di hundirê her du welatan de çêbûn ji ber ku li dijî destûrên wê bû.
Diyar bû NATO di siyasetên xwe de di çarçoveya xwe ya klasîk de ma, ji ber baldar bû ku rola Tirkiyê biparêze.
Bi nêrîna min dê NATO gelek winda bike, ji ber pişta xwe da dewleteke lawaz û NATO ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.”
Îlham Ehmed piştrast kir ku têkiliyên wan bi Swêd û Finlendayê re baş e û wiha gotina xwe bi dawî kir:
”Têkiliyên me baş in. Di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî de piştgiriyeke mirovî dane me.
Dê ev têkilî jî dewam bikin, nexasim der barê dosya terorê de, ji ber bi hezaran çeteyên DAIŞ di zindanên Rêveberiya Xweser de ne.
Ji dewletên endamên Koalîsyona Navneteyewî tê xwestin ku biberpirsyartiya xwe ji berê zêdetir bi cih bînin.
Nabe ku ji bo gefên dewleta Tirkiyê ji berpirsyartiya xwe birevin. Ji ber ev yek ewlehiya wan a neteweyî jî dixe xeteriyê.”
/ronahi.tv/