Emîne Mele Hesen: Sûc û hovîtiya li Efrînê tên kirin ji bo hemû cîhanê xeteriyeke mezin e

Cîgira Rêveberiyaa Desteya Jin a herêma Efrînê Emîne Mele Hesen balkişande li ser sûc û hovîtiya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dikin û diyar kir kiryarên qirêj li ser jinan tên meşandin. Emîne got, “Siyaseta ku li Efrînê tê kirin ji bo hemû cîhanê xeteriyeke mezin e.”

Piştî ku Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin Efrîn ji bihuştê veguherî dojehê.

Rewşa jinên ku li Efrînê mane her diçe xerbtir dibe û mafê wan têne bipêkirin.

Li gor bîlançûya belgekirina Mafên Mirovan Efrîn- Sûriyê ji roja dagirkirina Efrînê û heya roja îro zêdetirî 86 jin hatine kuştin, 6 jin ji ber zordariya dewleta Tirk xwe kuştine, 216 jin birîndar bûne, 71 jin hatine tecawizkirin, zêdetirî 1000 jin hatine revandin.

Têkildarî mijarê, Cîgira Rêvebera Desteya Jin a herêma Efrînê Emîne Mele Hesen nirxandin kir.

Emîne Mele Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin ku zihniyeta baviksalarî ya ku hatiye şkandin vejîn bikin.

Emîne da zanîn ku kirinên li Efrînê di derheqê jinan tên kirin metirsiyek mezin derdixin holê.

”Divê bi lez çareseriyek ji kirinên dewleta Tirk re bê dîtin”

Emîne Mele Hesen bang li hemû dewletên navnetewî kir ku bi lez çareseriyekê ji kiryarên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê re bê dîtîn û wiha bi dawî kir:

Kiryarên hovane yên ku li Efrînê têne kirin xeteriyek mezin ji cîhanê re nîşan didin.

Divê saziyên jinan, rêxistinên mafên mirovan û Desteyên Hiquqî bi mafê xwe rabin û dawî li hovitiya dewleta Tirk bînin.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku bi zihniyeta xwe ya desthilatdar seranserî Rojava dagir bike.

 

/ronahi.tv/

Öne Çıkanlar