Endamên Partiya Sûriya pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê sekretera partiya xwe ya şehîd Hevrîn Xelef, di salvegera şehadeta wê de ya 6’ê de bi bîr anî.

Endamên partiyê diyar kir ku ji ber şehîd Hevrîn Xelef banga aştî û yekîtiya Sûriyê kir, hate hedefgirtin û banga pêkanîna edaletê û hesabxwestina ji kujeran dubare kir.

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef di salvegera 6’an a şehadeta wê de bi bîr anî.

Endamên jin ên partiyê êrişa li dijî şehîd Hevrîn bi tundî şermezar kir û diyar kirin ji ber helwest û berxwedana xwe ya mirovî û siyasî bûye hedefa êrişkaran.

Semîra Ezîz: Hevrîn Xelef ji destpêkê de cihê xwe di nav şoreşê de girt

Endama Desteya Rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Semîra Ezîz der barê mijarê de got:

“Şehîd Hevrîn Xelef ji jinên destpêkê yên cihê xwe di xeta şoreşa Sûriyeyê de girt.

Di encama tekoşîna xwe de hewil da hêviyên gelê Sûriyê yên ji bo pêkanîna demokrasî û jiyana hevbeş pêk werin.”

Semîra Ezîz da zanîn ku di sala 2018’an de şehîd Hevrîn Xelef ji bo bibe sekretera Partiya Sûriyeya Pêşerojê hate hilbijartin û wiha dom kir:

“Di sala 2018’an de dema partî hate avakirin.

Şehîd Hevrîn hate hilbijartin.

Ew bi zanebûn û hêza xwe ya dikare hemû gelê Sûriyê bi hemû pêhateyên xwe bighîne hev, dihate naskirin.

Pir baweriya wê bi danûstndina Sûrî-Sûrî dihat.

Fatma El Elî: Hevrîn Xelef sembola jinên azad e

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fatma El Elî jî got şehîd Hevrîn Xelef sembola jinên azad e û bi van gotinan ew bi bîr anî:

“Ew nîşana aştiya li Sûriyê û cîhanê ye.

Divê jin di aliyê siyasî de çawa serkeftinê pêk bîne û bibe rêveber di nava civaka xwe de xwedî hêz be.

Bi şehadeta şehîd Hevrîn em hîn zêdetir bi israr û bi hêza bûn. ”

Fatma El Elî: Ên destê wan di şehadeta wê de hebûn di hikûmeta nû de cih digirin”

Fatma El Elî sedema hedefgirtina şehîd Hevrîn bi bangên wê yên ji bo aştiyê ve girê da û wiha dom kir:

“Şehîd Hevrîn şer û nakokî red dikir.

Dengê xwe ji bo aştiyê beriz kir.

Banga Yekîtiya Gelê Sûriyeyê kir.

Ji ber wê jî bi awayekî hovane hate hedefgirtin.

Tişta îro me dêşîne em dinerin ên destê wan di şehadeta wê de hebû, di hikûmeta nû de desthilatî wergirtine.

Ev ne edalete.”

Ezab Mistefa: Di wijdanê hemû gelê Sûriyê de her zindî be

Hevseroka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyaya Pêşerojê Ezab Mistefa desnîşan kir ku şehîd Hevrîn nûnertiya sembola berxwedanê ya ji hemû ciwanên Sûriyê kir.

Endamên Rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê ragihand ku Hevrîn Xelef dê di wijdanê hemû gelê Sûriyê de her zindî be û dê nameya wê riya tekoşîna ji bo azadî û avakirina welatiyekî layiqî gelê xwe, ronî bike.

/ronahi.tv/

Öne Çıkanlar