Li Rojava çalakiyên 8’ê Adarê berdewam dikin

🔴Bi pêşengiya Kongra Star li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de serdan, civîn û daxuyanî hatin lidarxistin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ku ji aliyê Kongra Star ve bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tên organîzekirin, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de saziyên sivîl û hêzên ewlehiyê hatin serdan, civîn û daxuyanî hatin dayîn.

Hesekê

Li bajarê Hesekê endamên Kongra Star serdana yekîneyên Asayîşa Jin û Hêzên Parastina Civakî – Jin (HPC-Jin) kirin. Endamên Kongra Star bi hildana alayên kongreyê û berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û bi gotina stranan serdan pêk anîn. Di serdanê de wêneyê Ziyad Heleb û peyama pîrozbahiyê ya 8’ê Adarê diyarî endamên Asayîşa Jin û HPC-Jinê hatin kirin.

Qamişlo

Li taxa Cûdî ya Qamişloyê ji aliyê Kongra Star ve bi beşdariya gelek jinan û şêniyên herêmê li Parka Şehîdan çalakiyek hat lidarxistin û daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Kreşa Ararat Nesrîn Abdullah bi Kurdî û endama Kongra Star a Taxa Cûdî Cala Mele Hecî ve bi Erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de 8’ê Adarê li hemû jinan hat pîrozkirin û ev îfade hatin bikaranîn:

“Ev roj qîrîna jinan a li dijî mêtingeriyê ye. Roja daxwaza mafan û pîrozkirina destkeftiyên jinan e. Di heman demê de roja têkoşîna wekhevî û edaletê ye. Em bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ vê rojê pîroz dikin û tekez dikin ku azadiya jinê bingeha azadiya civakê ye.”

Her wiha di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku li dijî zihniyeta baviksalar têkoşîna avakirina pergaleke demokratîk û azad mezin bikin.

Tirbespiyê

Li bajarê Tirbespiyê ji aliyê Meclisa Kongra Star ve ji bo jinan civînek hat lidarxistin. Civîn li salona Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi beşdariya bi dehan jinan û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Rêvebera Kongra Star a Tirbespiyê Şehnaz Şerîf di axaftina xwe de got: “Ez Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên ku li dijî zilm û desthilatdariyê têdikoşin û li ber xwe didin pîroz dikim.” Şerîf diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke dîrokî lîstine û di her qadê de xwe birêxistin kirine û pêşengiya şoreşê kirine.

Çilaxa

Li bajarê Çilaxayê jî endamên Kongra Star serdana xalên kontrolê yên Asayîşê kirin. 8’ê Adarê bi diyarkirina kulîlk û xemlên bi şêweya kezî hatine amadekirin li endamên Asayîşa Jin hat pîrozkirin. Endama Kongra Star Nezha Seyfedîn ji ber keda wan a di parastina herêmê de spasiya hêzên Asayîşê kir. Yek ji rêveberên Asayîşa Çilaxayê Mîna Ebbo jî spasiya endamên Kongra Star kir, 8’ê Adarê pîroz kir û diyar kir ku ew ê wezîfeya xwe ya parastina hemû pêkhateyên herêmê bidomînin.

Girkê Legê

Li bajarê Girkê Legê ji aliyê Rêveberiya Dibistanan ve li pêşiya saziya perwerdeyê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê mamoste Coza Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Roja Jinan a Cîhanê bi pêşengiya Clara Zetkin û hevalên wê derketiye holê û bûye dengê gerdûnî yê jinên ku daxwaza maf, wekhevî û rûmetê dikin. Her wiha hat diyarkirin ku jinên Kurd jî bi vînek bi hêz û ruhekî têkoşînê bersiv dane vê bangê.

Dirbêsiyê

Li bajarê Dirbêsiyê jî endam û rêveberên Kongra Star serdana saziyên sivîl ên cihêreng kirin. Di serdanan de hat destnîşankirin ku 8’ê Adarê roja têkoşîna jinan a ji bo azadî, edalet û wekheviyê ye.

/Çavkanî: MA/

Öne Çıkanlar