Berdevka şandeya Rêveberiya Xweser ya dan û standina bi hikûmeta veguhêz ya Sûriyê re Meryem Îbrahîm rola jinan di Sûriyê de nirxand.
Meryem Îbrahîm diyar kir ku jin li herêmên Rêveberiya Xweser de li hemû qadan cih digre.
Her wiha Meryem Îbrahîm da zanîn ku beşdarbûna jinan mîsogeriya avakirina Sûriya demokratîk e.
Di 28’ê Kanûna 2024’an de dema rûxandina rejîma Baas û hatina hikûmeta veguhêz ya Sûriye hêviyek ket dilê gelê Sûriyê de, bi taybet li cem jinan.
Ji ber ku rejîma Sûriyê jin başguh dirik û wê bê maf hiştibû.
Niha jî hikûmeta veguhêz bi siyaset bi kar tîne, dengê jinan diçepisînin û wan ji jiyanê qut dike.
Berûvajî wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 14’e salin jin civakê bi rê ve dibe û cihê xwe di her qadî de girtiye.
Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berdevka şandeya Rêveberiya Xweser ya dan û standina bi hikûmeta veguhêz re Meryem Îbrahîm axivî.
Meryem Îbrahîm: Di modela Rêveberiya Xweser de jin beşek sereke ye
Di destpêkê de Meryem Îbrahîm diyar kir ku ji salên destpêkê yên damezirandina Rêveberiya Xweser jin tê de bi israr kar dikin û got:
Ji destpêkê ve jinan roleke sereke û çalak di hemû qadên rêveberiyê de girtiye.
Jin li herêmên Rêveberiya Xweser şirîkên sereke yên avakirina siberoja Sûriya demokratîk in.
Meryem Îbrahîm: Dûrxistina jinan tê wateya têkçûyîna proseya siyasî
Hûn dibînin çawa jin di şandeya Rêveberiya Xweser a dan û standinên bi desthilata Şamê de cih digirin.
Ev gav li ser esasê pêşxistina rêgeza wekhevî û pêşxistina rola jinan e.
Ji ber ku dûrxistina jinan ji xebatên çareseriyê tê wateya têkçûyîna proseya siyasî.
Meryem Îbrahîm: Di dema rejîma Baas û DAIŞ’ê de jin gelek zordarî dît
Meryem Îbrahîm bal kişand ser sîstema ne navendî ku ev sîstem li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftina xwe nîşan daû got:
Jin di dema rejîma Baas û DAIŞ’ê gelek êş kişand.
Beriya herêm ji rêjîma Baas û DAIŞ’ê were rizgarkirin jin rastî gelek zulim û zordariyê dihatin.
Lê jinan bi tekoşîna demdirêj û xebata bi israr karîbû wan zehmetiyan derbas bike.
Îro jî hebûna xwe di hemû qadên jiyanê de isbat kiriye.
Meryem Îbrahîm: Durxistina jinan berdewama zîhniyeta baviksalar nîşan dide
Meryem Îbrahîm têkidarî dan û standinên wan ên bi hikûmeta veguhêz re ev agahî parve kir:
Di avakirina Sûriya nû de denîqaşa mîsogeriya parastina mafê kêmnetewan, pêkanîna rola jinan û beşdariya wê bi rêjeya ji sedî 50 di destûra nû de, mjarên sereke yên nîqaşan in.
Gerek mîna tişta di hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de heye, li tevahî Sûriyê pêkwere.
Heke mafê jinan di destûrê de cih negire, wê tu encam ji şoreşa wan re tune be.











