Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi daxuaniyekî êrişa li ser hêzên pêşmergeyan şermezar kir û got: “Em ê bi yekitî, hevkarî û îradeya xweparastinê ya bihêz, têkoşîna xwe bidomînin.”
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd derbarê êrişa li ser pêşmergeyan de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
‘‘Êrişên Îranê û komên girêdayî wê yên li ser Herêma Kurdistanê dewam dikin. Duh bi mûşek û balafirên bêmirov baregeheke Fermandariya Tabûra 7’mîn a Hêza 80’mîn a Pêşmergeyan hedef girtin. Li gorî agahiyan, êriş di nav sînorên Xelîfanê de, li herêmeke di bin kontrola Rêveberiya Soranê de pêk hatiye. Li gorî agahiyan, di êrişê de şeş pêşmerge şehîd bûne û 30 jî birîndar bûne.
Wekî Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd a çar perçeyê Kurdistan em van êrişan bi tûndî şermezar dikin. Bi dilê xwe yê xemgîn, em pêşmergeyên me yên li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne, bi bîr tînin. Fedakariya wan û têkoşîna wan ya ji bo azadiya gelê Kurd dê her tim di bîra û dilên me de bijîn.
Her weha em sersaxî ji bo malbatên şehîdan û hemû gelê Kurdistanê dixwazin. Ji bo pêşmergeyên birîndar jî em zûtirîn dem de şifa û silametî dixwazin. Ev xem û êş ya me hemûyane. Wek Jinên Kurd, em careke din pabendiya xwe bi parastina jiyanê, azadî û pêşerojeke bi rûmet re dubare dikin.
Em wek gelê Kurd ne aliyekî vî şerî ne, lê mixabin, gelê me û welatê me ji destpêka şer ve rastî êrişan tên. Bi vê boneyê, em careke din bang li aliyên şer dikin ku şer û êrişên xwe yên li dijî welatê me rawestînin. Mafê me heye ku em bersivê bidin û gelê Kurd dê xwe biparêze. Wekî din, divê hikûmeta Iraqê li hember van êrişan tedbîrên pêwîst bigre û gelê herêmê biparêze. Li hember van êrişan de, yekitîya neteweyî ji her demê zêdetir girînge. Ji bo parastina destkeftên gelê me û misoger kirina pêşeroja me, divê em helwesteke hevbeş û bi hêz pêk bînin. Em ê bi yekitî, hevkarî û îradeya xweparastinê ya bihêz, têkoşîna xwe bidomînin.
Em li ber bîra şehîdên xwe bi rêz serê xwe ditewînin û soza xwe nû dikin ku emê têkoşîna wan mezintir bikin.’’
/Ajansa Mezopotamya/











