Roza Metîna: Remza têkoşînek mayinde; Dayikên Aştiyê

Dayikên Aştiyê bi salan e tevî êriş, binçavkirin, girtin, gefxwarin û bedelên giran jî tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedan. Gelek jê bi salan di girtîgehan de man, gelek jê bi salan zarokên wan di girtîgehan de ne, gelek jê jî zarokên wan cangoriyên azadiyê ne.

Li dû rêça zarokên xwe û doza xwe, berxwedana xwe her mezin kirin. Ew bi laçikên xwe yên spî bûne sembola têkoşîneke mayinde. Di konferansa xwe ya 12 sal şûnde li dar xistin de dîsa peyama zindîhiştina hêvî û doza azadiyê dan. 

Dayikên Aştiyê di salên 90’î de, dema gund dihatin şewitandin, valakirin, tundî li her derê bi awayekî mezin belav dibû û kuştinên kiryarên wan ne diyar gelekî zêde bûn, bi wêrektiya xwe terka qadan nekirin. Komeleya Dayikên Aştiyê wekî fermî her çiqas di sala 1999’an de hatibe vekirin jî têkoşîna wan xwe dispêre dîrokeke hîn kevn. 

Laçika spî sembola aştiyê 

Dayikên Aştiyê  tevî hemû zor û zextan dev ji gotina ‘em aştiyê dixwazin’ bernadin. Laçika wan a spî jî jixwe sembola aştiyê ye. Berê wexta mirin, pevçûn her wiha di navbera eşîran de xwînrijandinek hebûya, dayikan laçikên xwe diavêtin erdê û ew pevçûn diqediya. Qîmeta laçika spî xwe dispêre dîrokeke kevnar. Dayikên Aştiyê li Enqere, Amed, Stenbol û heta li Qonsolosxaneya Emerîkayê jî laçikên xwe danîne da ku şer biqede. Ji bo êdî kes nemirin û xwînrijandin bisekine ew her tim di nava hewldanekê de bûn.   

Xelata rûmetê girtin 

Dayikên Aştiyê yên ku tim lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin di dilê her kesî de ji xwe re cihekî girîng ava kirin. Ev qîmet ji têkoşîna wan a bi salan tê. Ew dibêjin ‘Em dikarin tî û birçî bimînin lê em nikarin bê aştî bimînin.’ Ev gotina wan her tim bi qîmet hat dîtin. Ji bo wan û civakê rûmetek bû. Ji ber vê hewldana wan a bi salan a bi qîmet û bi rûmet îsal hêjayî xelata rûmetê jî hatin dîtin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) îsal 1’emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz li dar xist. Di şeva xelatdayinê de xelata rûmetê hêjayî Dayikên Aştiyê hat dîtin. Di wê şevê de jî wan dîsa soza dewamiya têkoşîna ji bo doza xwe dan û dilxweşiya xwe ya ji bo xelatê anîn ziman.  

Wêneyê berxwedanê: Sakîne Arat

Dema em behsa Dayikên Aştiyê bikin û em Dayika Aştiyê Sakîne Arat ji bîr bikin em ê neheqiyeke mezin bikin. Elbet gelek dayikên bi qîmet ên ku koça dawî kirine hene. Em her tim wan jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev xelata rûmetê di heman demê de ji bo Sakîne Arat û Dayikên Aştiyê yên dinê yên ku di oxira aştî û azadiyê de koça dawî kirine jî hat dayin. Sakîne Arat a ku di vî şerê bi salan de 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan, heta dawiyê jî serî netewand û çong danenî. Dayika Sakîne hem li dijî dewletê têkoşîneke mezin meşand hem jî li dijî zihniyeta feodal û nasnameya jinê tune dihesiband, li berxwe dida. 

Rola di aştî û civaka demokratîk de lîstin 

Dayikên Aştiyê di her serdem û pêvajoyê de rola xwe ya girîng lîstine. Wan hewl dane peywira xwe bi cih bîne û bibin mînak. Dema di 27’ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir jî, Dayikên Aştiyê dîsa bi rola xwe rabûn. Wan gotin ‘Ji bo ev pêvajoya here serî û bi awayekî erênî bi encam bibe em ê peywira xwe bînin cih.’ Tevî êşên kişandine jî, hêsirên barandine jî ew li ser soza xwe ya têkoşîna mayinde man. Ew di vê serdemê de jî bûn remza têkoşînê û bandor li civakê kirin. Wan ji bo parastina nirxên Gelê Kurd soza xwe ya mayina li ser lingan dubare kirin. Her çiqas di hevdîtina “Komisyona Piştevaniya Neteweyî Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” de zimanê wan hatibe astengkirin jî wan dîsa dev ji rola xwe ya aştî, azadî û têkoşînê bernedan. 

Konferansa Dayikên Aştiyê 

Dayikên Aştiye di heman demê de jî ji bo bibin bersiva vê pêvajoya nû di 18-19’ê Cotmehê de li Amedê Konferansa xwe ya 3’yemîn a bi dirûşma “Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiyek mayînde ne” li dar xistin. Di vê konferansê de bi tevlibûna gelek sazî û dezgehan bi tevlibûna gelek kesayetên girîng, li ser aştî û civaka demokratîk nîqaş kirin, fikrên xwe anîn ziman, gelek peyamên girîng ragihandin. Piştî 12 salan şûnde lidarxistina konferanseke wiha girîng, li gor rihê pêvajoyê bû. Li dijî polîtîkayên wêrankirin, kuştin, înkar û talana bi salan hewl dan bibin bersiv. Beriya vê konferansê dayikan li 13 bajaran civînên herêmî li dar xistin. Bi beşdariya 250 delegeyan ev konferans hat lidarxistin û ev konferans diyarî her kesê ku di têkoşîna bi rûmet  de hatin qetilkirin, windakirin û bedel dan û diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. 

Azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin 

Dayikên Aştiyê di konferansa xwe de bal birin ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha gotin:” Gelê me bi polîtîkaya înkar, wêrankirin û asîmîlasyonê ya ku ev sed sal in dewam dike, bi awayekî sîstematîk ji çareseriyê hatiye dûrxistin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Birêz Ocalan ve hat kirin, ku bi israr li çareseriyan li muxatab digere û hewl dide her derfetê bike diyalog û muzakereyên ji bo aştiyê, banga veguhertineke civakî ya berfireh e ku li ser bingeha mafê gelan e. Ji bo pêkanîna vê bangê gava yekem, azadbûyina fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan e. Divê mîmarê vê pêvajoyê di bin şert û mercên azad de be da ku vê pêvajoyê bidomîne.” Dayikên Aştiyê di heman demê de anîn ziman ku divê “Mafê Hêviyê” jî pêk were. 

Tevlibûna siyaseta demokratîk 

Di konferansê de li ser hinek xalên girîng ên dinê jî hatin sekinandin. Ev xalên girîg di heman demê de li gor rihê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk’ in jî. Dayikan di xaleke dinê ya girîng de wiha gotin:” Di pêvajoya aştiyê de gaveke din a girîng jî tevlîbûna gerîlayan a di nava siyaseta demokratîk de ye. PKK’ê bi çalakiya xwe ya şewitandina çekan di pêvajoya aştiyê de helwesta xwe pir zelal eşkere kir. Tevlîbûna siyaseta demokratîk temsîlkirina vê berxwedana rewa ya bi siyasetê ye.”

Rêzê ji zimanê me bigirin 

Dayikên Aştiyê yên di konferansê de bi sekin, helwest û kelecana xwe bandor li ser rojevê kirin diyar kirin ku divê rêz ji bo zimanê wan bê girtin. Her wiha gotin:” Em dayik beriya her tiştî dixwazin rêz ji zimanê me yê dayikê bê girtin û em bi biryar in ku têkoşîna xwe berfireh bikin da ku zimanê me were naskirin û statuya xwe bidest bixe.” Dayikên Aştiyê wekî her serdemê di konferansê de jî bal bir ser nirxên Gelê Kurd û pêwistiya parastina van nirxan. Çimkî em dizanin ku ya me dike gel, nirxên me yên pîroz û bi qîmet in. 

Lêborînê ji dayikan bjixwazin 

Bi salan e ji aliyê hukumetên li ser kevneşopiya vê dewletê hereket kirin ve neheqî û zilmeke mezin li Gelê Kurd hat kirin. Gelê Kurd jî li dijî vê neheqiyê û zilmê serî hilda. Ji bo kurd bê rûmet bên hiştin, êşê bikşînin, bi xwe nehesin çi pêwist be bi aqilekî mêrane bi kevneşopiya vê dewletê hat kirin. Yek ji peyama Dayikên Aştiyê ya li dijî vê neheqî û zilmê jî ev bû:”Cenazeyên zarokên me di sindoqên kargoyê de hatin şandin, gorên malbatên me hatin rûxandin, erkên olî yên li ser cenazeyan hatin astengkirin, em li pişt panzerekê bi erdê re hatin kaşkirin, bedenên tazî yên bê can hatin eşkerekirin, mafê me yê şînê hat desteserkirin; lê belê me dev ji israra aştiyê berneda. Dewlet ji tiştên ku qewimîn berpirsyar e û divê ji dayikan lêborînê bixwaze.”

Ew ê ala serxwebûnê hil bidin 

Dayikên Aştiyê di konferansa xwe de bi dirûşma “Jin jiyan azadî” soza her tim berfirehkirina eniya têkoşînê dubare kirin. Wan bi felsefe û birdoziya azadiyê jinê hêza xwe, gotina xwe, helwesta xwe careke dinê nîşan dan. Wan bi hêza dayikbûna xwe wêneyê têkoşîna bi salan dîsa zindî kirin. Ew ê her tim li aliyekî vê dozê ala xwe ya serxwebûnê, hil bidin. Ew ê her tim wekî remza têkoşînek mayinde di dilê me de cihê xwe bigirin. 

/newayajin.net/

Öne Çıkanlar