Roza Metîna: Têkoşîna jinan di 2025’an de jî dewam kir

Jinên Kurd ên bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li cîhanê deng vedan bi heman biryardariyê di sala 2025’an de jî terka qadan nekirin. Di eniya têkoşînê de hêviyên xwe zindî hiştin û li dij her polîtîkayên zihniyeta baviksalarî, pêşengiya şopandina rêya ji bo siberojeke azad kirin. 

Jinan di sala 2025’an de di qada siyasî, civakî, çand û hunerê de rola xwe lîstin. Ji bo parastina maf, ked û destkeftiyên jinan, ji bo têkoşîna li dijî dîtina li hember jinan a tenê wekî makînaya zayinê, li dijî tehakuma li ser jiyana jinan, ji bo jin di mekanizmaya biryardayinê de cihê xwe bigirin, li dijî tundiya dîjîtal, li dijî zewaca di temenê zarokatiyê de, li dijî newekheviya zayendî di qada neteweyî û navneteweyî de li berxwe dan.  

Jinan terka qadan nekirin

 Di sala 2025’an de jî girtin, binçavkirin, sansur, îşkence, qetilkirin, binpêkirina mafan dewam kirin. Li girtîgehan girtiyên nexweş û cezayên wan qediyane nehatin berdan. Ceza li rojnamegeran hatin birîn. Bersûc nehatin cezakirin û zagonên heyî tenê ji bo parastina mêran ketin meriyetê. Xizaniya jinan, dîtina jinan a wekî keda erzan jî dewam kir. Qeyrana aborî, siyasî û civakî dîsa herî zêde bandor li jin û zarokan kir. Polîtîkayên koçberiyê dîsa li ser gelê Kurd dewam kir û bi polîtîkayên şerê taybet fuhuş, hişbir li ser ciwanên kurd hatin ferzkirin. Jinên kurd ev polîtîkayên sistematîk wek her demê qebûl nekirin. Di 25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê de qad vala nehiştin. Jinan ji bo aştî, azadî û wekheviyê di eniya têkoşînê de cihê xwe dîsa girtin. Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de rola xwe ya sereke lîstin. Dev ji daxwaza xwe û têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bernedan. Di 4’ê Nîsanê de li dijî hemû astengiyan ji bo edalet, demokrasî, siberojeke azad ber bi Amarayê ve meşiyan. Her wiha jinan ji bo nûnertiya wekhev biryara xwe ya ji bo parastina hevserokatiyê li her aliyên jiyanê dewam kirin. Li dijî êrişên li ser pergala hevserokatiyê gotina xwe kirin. Di heman demê de dan û stendinên iktidara AKP-MHP’ê ya di qada navneteweyî de di sala 2025’an de jî dîsa li gor berjewendiyên îktidarê bû, li dij nasnameya jinê bû û bazarî dîsa li ser nenaskirina nasname û mafê Gelê Kurd hatin kirin. 

Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

Yek ji geşedanên herî girîng a sala 2025’an banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Bi vê bangê re pêvajoyeke nû dest pê kir. Piştî vê bangê PKK’ê kongreya xwe li dar xist û biryara fesixkirinê da. Her wiha merasîma çekşewitandinê ya “Koma Aştî û Civada Demokratîk” di 11’ê Tîrmehê de hat lidarxistin. Dîsa bi van geşedanan girêdayî, Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di çarçoveya biryarên 12’emîn Kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ku di kongreye de biryara bidawîkirina şerê çekdarî dabû dest bi vekişîna hêzên xwe kir. Van geşedanên girîng mohra xwe li binê sala 2025’an xist. Bi van gavên dîrokî re hêviya aştî, azadî û demokrasiyê zêde bû. Piştî banga dîrokî komisyona Piştevaniya Neteweyî Xwişk û Biratî û Demokrasiyê hat avakirin. Lê belê ji 51 endamên vê komisyonê tenê 9 jê jin in. Di vir de jî feraseteke ji nûnertiya wekhev dûr, derket holê. Feraseta, hebûna jinan qebûl nake. Di heman demê de ev komisyona ku navê demokrasiyê tê de derbas dibe, hevdîtin bi Tevgera Jinên Azad (TJA) re nekir. Jinan têkildarî vê yekê gotin:”Ev helwesta li hemberî jinan di heman demê de li hemberî aştî, azadî û demokrasiyê ye jî.” Bi pêşengiya jinan bi çarçoveya bangê bi gel re gelek civîn û çalakî hatin lidarxistin. 

Jin ji bo azadiya Ocalan meşiyan 

Jinan bi gelek çalakiyên li dar xistin bal birin ser girîngiya azadiyê. Jinan bi vî rengî peyama ‘Azadiya jinan azadiya civakê ye’ dan. Ji ber ku jin dizanin li cihê azadî tunebe, aramî, aştî, edalet jî tune ye. Bi vê ferasetê jinan di 1’ê Cotmeha 2025’an de ji Amedê heta Enqereyê bi dirûşma ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’ meşek mezin û bi hêz li dar xistin. Jinan li vir daxwaza xwedîderketina banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ ya li meclisê, jinan di dîrokê de cihekî taybet girtin. 

Xespa îradeyê dewam kir

Feraseta qeyûman a talanê bi xwe re tîne, di sala 2025’an de jî dewam kir. Di sala 2024’an de qeyûm tayinî Êlih, Mêrdîn, Xelfetiyê hatibûn kirin. Her wiha berî van bajarana tayinî Colemêrgê hat kirin. Herî dawî jî tayinî şaredariya DEM Partiyê ya Wanê hat kirin. Berî Wanê qeyûm tayinî Şaredariya Miksê ya Wanê hatibû kirin. Yek partiya îmzeya wê di binê erêkirina tayinkirina qeyûman hebû, CHP bi xwe bû. Lê belê fatûreya vê îmzeyê di sala 2025’an de li CHP’ê jî hat birîn. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu hat girtin. Her wiha qeyûm tayinî ser hinek şarederiyên CHP’ê jî hat kirin. Di heman demê de Partiya CHP’ê di bin gefa girtinê de jî ma. Ev jî tê wê maneyê ku kî ji zilma li dijî kurdan çavê xwe bigire wê rojekê berê tîr û kevanê bikeve aliyê wan. Bi tayinkirina qeyûman wekî her demê dîsa ewil destkeftiyên jinan bûn hedef. Li dijî xespkirina îradeya gel, jin daketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Di heman demê de jî şaredariyên DEM Partiyê yên dîsa ji qeyûman hatibûn girtin, di sala 2025’an de jî gelek kar û barên ji bo jinan kirin. Hewl hat dayin ku texrîbata qeyûman li dû xwe hiştibûn ji holê bên rakirin. 

Têkoşîna li dijî tundiyê dewam kir

Di sala 2025’an de jî li Kurdistan û Tirkiyeyê tundî û zilma sistematîk a dewletê dewam kir. Bi polîtîkayên parastina mêran, dewletê xwest ceza bide jinan. Zagonên dewletê jin neparast û daraz li dijî jinan hat bikaranîn. Çawa kujerên Gulistan Dokû, Rojîn Kabaîş û hîn gelek jinên dinê nehatin dîtin, di heman demê de jî gelek jinên wekî dinê jî hatin kuştin û bi tundiyê rû bi rû hatin hiştin. Sedema qetilkirina Narîn Guran bi destê darazê nehat zelalkirin. Jin ji bo ev yek zelal bibe daketin qadan û gotinên xwe yên bi biryar dîsa dewam kirin. Li dijî bêedaletî û mirinên bi guman ên jinan di 25’ê Mijdarê de jinan çalakiyên curbecur li dar xistin û bi dirûşma ‘Bi civaka demokratîk ber bi jiyana bê tundî ve’ berxwedana xwe dewam kirin. Jinan li dijî îlankirina ‘Sala Malbatê’ ya ku jinan ji derve qut dike, tenê zayina zarokan li ser wan ferz dike û tundiyê gur dike jî dengê xwe bilind kirin. Her wiha jinan li dijî 11’emîn Pakêta Darazê ya  antîdemokratîk peyama dewamkirina têkoşînê dan. 

Cara ewil peyvên bi Kurdî cih girtin

Têkoşîna ji bo zimanê Kurdî bi salan in dewam dike. Ji dîrokê heta niha astengî û zextên gelekî mezin li dij zimanê Kurdî heye. Di Dadgehên Îstiklalê de ji ber kurdan bi tirkî nizanibûn dihatin daliqandin. Di sala 2025’an de jî dîsa li dibistanan zimanê Kurdî nebû zimanê perwerdeyê û nebû zimanê fermî. Her wiha Komisyona Piştevaniya Neweteyî Xwişk-Biratî û Demokrasiyê axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê asteng kir. Bi berxwedana li dijî van zextan di 2025’an de geşedaneke dîrokî derket pêş. Peyvên bi Kurdî yên parlamenterên DEM Partiyê ku di hevdîtinên budçeyê de kirin, cara ewil di girtekên Meclisê de cih girtin. 

Bêtehemuliya li dij ‘Jin Jiyan Azadî’

Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ne tenê dirûşmeyek e, di heman demê de felsefeya jiyaneke azad û feraseta têkoşîna jinan a li dijî zihniyeta baviksalar nîşan dide. Lê belê ji aliyê desthilatdaran ve her tim hat astengkirin. Di sala 2024’an de walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan Jiyan Azadî’ qedexe kir. Li dijî vê qedexeyê jin li cihê xwe nesekinîn û bi dengekî bilindtir dîsa gotin ‘Jin Jiyan Azadî’. Her wiha, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî” a ku parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan bi kar anî, di girtekên meclisê de cih negirt. Di eslê xwe de ev helwest li dijî fikra wekheviya zayendî ye, li dijî fikra jiyaneke azad û aştiyane ye, li dijî aramiya civakî ye. 

Êrişên li dij nirxên civakî

Yek ji polîtîkayên şerê taybet ê dewletê êrişên li dijî nirxên Gelê Kurd e. Yek ji nirxên Gelê Kurd ên herî girîng, cangoriyên azadiyê û têkoşîna wan e. Lê belê bêtehemuliya vê sîstema heyî ya li Tirkiyeyê li dij cenazeyên wan jî dîsa dewam kir. Dîsa êriş li dijî goristanan pêk hat her wiha şînên cangoriyên azadiyê hatin astengkirin, heta nehat hiştin wecîbeyên olî jî pêk werin. Sîstema bi rêya olê bi salan e civak çewisand, di vê mînakê de jî nîşan da ku olê tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Di 8’ê Mijdarê de li Mêrdînê panelek ji aliyê Însiyatîfa Rêzgirtina ji Miriyan re, hat lidarxistin. Di wê panelê de hat gotin dewletê ew xweliya li Jêrzemînên Cizîrê hat li parkê danî û piştre jî li wê parkê li ser wê xweliyê konser çêkir. Her wiha li ser hestiyên gelek zarokên dayikên dilşewat TOKÎ hatin avakirin, Di wê panelê dayika Cemile Çagirga û dayikên dinê yên ku ji aliyê sîstemê ve bêrêzdariyeke mezin li zarokên wan hatine kirin, soza dewamiya têkoşînê dan û gotin ew ê her tim li ser şopa zarokên xwe li berxwe bidin. 

Polîtîkaya li dij Başûr û Rojava neguherî

Niha li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê komên bi dewleta tirk girêdayî di faliyetê de ne. Piştî dewleta tirk êrişî van deran kir şûnde binpêkirina mafan, sûcê şer, tecawizkirina jinan, revandin kesan û beramberî vê yekê xwestina fîdyeyê û gelek sûcên li dij mirovahiyê hîn jî dewam dikin. Her wiha polîkayên asimîlasyonê yên li dij Gelê Kur li vir jî di meriyetê de ne. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê gelek baregehên dewleta tirk hene. Bi taybet li Hewlêr û Silêmaniyê MÎT a dewleta tirk faliyetên xwe didomînin. Piştî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kir şûnde jî yanî di sala 2025’an de jî polîtîkayên dewleta tirk a li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê neguherîn. Înkar û astengkirina statuya Gelê Kurd hîn jî dewam dike. 

 

/Newaya Jin/

Öne Çıkanlar