‘Zextek zêde li ser Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî heye’

Çalakvana mafê jina Spêde Qelyan da zanîn ku zextek zêde li ser Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî heye û got; “Dibe ku di her kêliyê de cezayên wan bikeve meriyetê.”

Çalakvana mafê jinan Spêde Qelyan derbarê rewşa girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî de, li ser malpera xwe ya tora civakî peyamek weşand.

Spêde di peyama xwe de da zanîn heya niha 3 caran cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatine pejirandin û got; “Dibe ku di her kêliyekê de cezayê wan bikeve meriyetê.”

Spêde di dewamê de got; “Dema Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ji girtîgeha Qerçek şandin girtîgeha Evîn ya li Tahranê, dibin zextek zêde de bûn.”

Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileya 2025’an ji aliyê dadgeha bilind ya Îranê ve cezayê Pexşan Ezîzî û roja 10’ê Mijdara 2024’an ve jî cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî bi temamî hatine erêkirin. Ji ber vê çendê metirsiya bicihanîna cezayê darvekirinê li ser her girtiyên siyasî heye.

/rojnews/

Öne Çıkanlar