Zîlan Vejîn: Li Îranê çareserî ne şer e, demokratîkbûn e

Îran piştî şerê Qendîl ê di sala 2011’an de, di 13’ê Hezîrana 2025’an de rasterast neket nava şer. Bi salan Îranê şerekî wekaletê li derveyî sînorên xwe bi rêve dibir. Li gelek welatên herêmê hêza xwe ya leşkerî ya şerker rêxistin kiribû, bi vî şêwazî pergala parastina li hember êrişên derve pêşxistibû. Şerê wekaletê yê bi Hizbullaha Lûbnanê, bi Husiyan li Yemenê, bi Elfatimiyon û Elzeynebiyon li Sûriyê û Heşdî Ş’abî li Iraqê, temenê Îranê ji ya dihate payîn dirêjtir kir. Ev sîstemeke parastinê ya li hemberî mudaxeleyên derve bû. Hertim şerê xwe bi wan da kirin…

*

Di demên berê de şerê Qendîlê jî, şerê di navbera Îran û Iraqê yê di sala 1980’an de jî zirar û ziyanek mezin da rejîma Îranê.  Di van her du şeran de jî ti destketî û qezencek Îranê çênebû. Di şerê 2011’an de esas Îran ket nav xefka dewleta Tirkiyê. Ji ber bi plana ku wê her du hêz bibin yek û her yek jî wê ji aliyekê ve bi ser Tevgera Azadiya Kurd de werin û tine bike tevgeriyan. Lê Îran di wî şerî de tenê ma û bi windahiyek zêde mecbûr ma xwe paşde vekişîne. Bi windakirina ew çend hêz, şerê ku her dihate gotin gihiştiye ber derî, niha di hundir de ye. 

Şerê ku ji derve destpê kir ket nava Îranê

Bi êrîşa 7’ê Cotmeha 2023’an a Hemasê ya li dijî Îsraîlê, rewşa herêmê ket nav alozî û şerek hîn dijwar. Hêza hegemon ev êriş weke sedemek bingehîn kir hêcet û êriş bir ser Hemasê. Niha rewşa ku gelê Filîstînê li Xezayê pêre rûbirûye li ber çavê hemû cîhanê ye û kesek dengê xwe nake. Di vî şerî de yek ji armancan Îran bû. Hemû hêzên wekaletê yên Îranê bûn hedefa Îsraîlê û Amerîkayê. Bi vî şêwazî Îran lawaz kirin û hêza wê ya wekaletê ji hev xistin. Niha jî şer derbasî nava Îranê kirin. Di serî de hemû fermandar û berpirsên wan rêxistinan hedef girtin û kuştin. Wisa hêza şerkirin û parastinê ya li derve lawaz kirin. Niha heman rêbazê di nav Îranê bixwe de jî pêk tînin. Esas êrişa rasterast ya li ser Îranê bi kuştina Qasim Silêmanî û zanyarê atomê Ferxîzade destpê kir. Sala 2024’an bi qezayê mirina Îbrahîm Reîsî ya bi guman û kuştina Îsmaîl Hanî li Tehranê di merasîma serok-komariya Pizişkiyan de û gelek êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Îranê destpê kiribû. Di van salên dawî de gelek caran Amarîkayê êrişên hewayî li ser cihên çekên nûkleerî kir û Îranê her xwe bê deng kir.

Xamaney bi gefan bersiv da van êrişan û xwest motîvasyona artêş û civakê bilind bigire. Niha di vî şerî de hema di roja yekê de nêzî bîst kesên di asta berpirsên paye bilind û gelek zanyarên atomê hatin kuştin. Bi rêbaza ku li ser Hemas û Hizbûllahê de çûyî, Îsraîlê li ser dewletê jî êriş pêk anîn. Hêzên parastina Îranê derbên gelek giran xwarin û hîna jî ev rewş berdewam e. Hema bêje serfermandarên hemû beşên hêzên parastinê hatin hedef girtin û kuştin. Ev bi giştî rewşa Îranê diyar dike. 

Bedela şer jin û civak didin

Ya ku îro bi serê Îranê hatî, berî vê çend salan hat serê Efxanîstan, Iraq û Sûriyê û vê rewşa civakê ji berê xirabtir kir. Ji ber bedela van şeran, di her milî de civak, jin û zarok didin. Li gel koçberî, feqîrî, kuştina zarok û jinan gelek tişt bi serê van civakan hat. Li Efxanistanê rewşa civakê bi taybet ya jinan berçav e, niha jin di destê Talîban de dinalin. Li Sûriyê çi hat serê gel û jinên Elewî tê zanîn, lê hemû cîhanê temaşe kir û bêdeng ma. Li Iraqê hukûmeta piştî Sedam Hûseyîn herî dawî bi qanunên Şerîetê qirkirina jinan ya zewaca temen biçûk fermî kir. Ev hemû vê rastiyê radixin ber çavan. Lê li Rojavayê Kurdistanê di pêşengiya jinan de civakê xwe rêxistin kir û hêza xwe ya parastinê pêş xist. Bi pergala rêveberiya xweser îro bû modelek demokratîk a gelan, hemû gel û jinên azadîxwaz jê îlhamê digirin û weke nimûne dibînin. Şerê cîhanê yê sêyem ku Rêber Apo bi nav kiribû, li ser hegemonya li herêmê her ku diçe berfirehtir dibe. Di vî şerî de Îran yek ji helqeyên esasî bû ku her di hedefa hêzên derve de bû. Gelo piştî Îranê wê dor bê kîjan hêzê, ev jî cihê pirsêye! Hêzên hegemonîk bi vî awayî temenê pergala xwe ya sermayedarî dirêj dikin û netew dewletên heremî jî herdem di jêr navê vê xeteriyê de kiryarên xwe rewa dikin. Esas yên ku di van şeran de bedelan didin jin û civak in, ne dewlet in. Vî şerî bixwe re civak ber bi qeyranên aborî, siyasî, jiyanî, koçberî û bê ewlehî ve bir. 

Bi şer û destwerdanê pirsgirêkan kûr dikin

Mudexeleya hêzên derve ya li ser herêmê di sala 1990’an de li Kendavê, 2001’an jî li ser Efxanîstanê destpê kir û niha di sala 2025’an de gihişt Îranê. Lê dema mirov li dîroka vî şerî û mudexeleyên hêzên hegemon ên di bin navê demokrasî, aramî û aştiyê de pêk hatine dinêre berevajî, ji derveyî hilweşîn, qeyran û pêxirtengiyê tiştek pêş neketiye. Şerê cîhanê yê sêyem ku bi mudexeleya li ser herêmê destpê kir û bê navber berdewam e, bê îstîqrariyek mezin di herêmê de ava kiriye. Bi kûrbûn û berfirehbûna êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê re jî diyar e ev bê îstîqrarî wê kûrtir bibe. Çawa ku hemû mudaxeleyên ku li ser herêmê pêk hatin ti çareseriyek pêş nexistin, ev şer jî derveyî kûrkirina pirsgirêkên heyî tiştek nayîne. Ji ber ev şer ê di navbera hêzên netewperest ên mezhebî de ye li ser hegemonya herêmê. Nakokî û rageşiya ku di navbera Îran û Îsraîlê de ku niha gihişt asta êrişên rasterast ne tenê meseleya çekên atomî ye, di heman demê de şerê di navbera hêza statukoparêzên herêmî û sermayedarên cîhanê de ye. Ji bo wê jî ti qezenca gelê Îran û herêmê tê de nîne. 

Îran bi çêkirina çekên atomê nekariya xwe biparêze, ya esas û bingeh pêşxistina demokrasiyê ye. Tişta herî mezin ku bi Îranê da windakirin ew e; gavên demokratîk neavêtin û çareseriya hundirîn nekir mijara sereke. Îranê herdem li derveyî xwe pirsgirêk dît û xwest wisa jî çareserî pêş bixe. Ji ber Îranê çareseriyek li ser esasên demokratîkbûnê bi civakê re pêş nexist û hêza cewherî ya dînamîkên hundir berçav negirt, li derve jî hêzek mezin winda kir. Ger bi dînamîkên hundirîn re gavên demokratîk ên çareseriyê pêş bixista,  wê îro bi awayek herî bi hêz bi hemû civak û gelên Îranê û herêmê re îtîfaqên stratejîk pêş bixista, wê karîba pêşî li van êrişa bigirta û bersiv bida. Lê Îranê di siyaset û hişmendiya xwe ya statukoparêz de, siyaseta darvekirinê, qedexe û zextên li ser jinan de her israr kir. Xeteriya herî mezin jî niha rewşa civakî ye û dewlet jî niha herî zêde ji vê rewşê ditirse. 

Civak dikare hesabên hêzên derve pûç bike

Civaka Îranê bi hemû cudabûna xwe ya netewî, çandî û baweriyan di herêmê de xwedî dîrok û çandek kevnar e ku hemû nirxên manewî û madî yên herêmê di nav xwe de dihewîne. Bi vê hebûna xwe dikare bibe xwedî rol û pêşenga pêşxistina pergala Neteweya Demokratîk. Xwedî çandek berxwedanê ye li hember zaliman ku serî netewandiye û di heman demê de xwedî reûresmek kevnar ya civaka komîn e. Esas bi hemû dewlemendiyên xwe yên madî û manewî civaka Îranê temsîla çand û dîroka gelên herêmê dike. Rejîma heyî ti carî nekarî bi vê siyaseta xwe temsîla îrade, rastî û heqîqeta civaka pir reng ya Îranê bike. Di wê rewşa heyî de civak ne rejîma heyî qebûl dike û ne jî alîgirê mudaxeleyên hêza derve ye. Ji ber her du jî ne xwedî çareseriyên demokratîk in û gel şahidiya gelek nimûneyên vê yên di herêmê de kiriye.

 Amerîka her dem xwest ku hem pêşî li pêşxistina çekên atomî yên Îranê bigre hem jî bi her awayî Îranê bike jêr kontrola xwe. Ya ku hişt heya niha Îran li hember hêza Amerîka bisekine ne ew hêzên wê yên şerker ên wekaletê bûn, sekna civakê ya li hember modernîteya Ewropayî bû. Wisa xuyaye di vî şerî de wê herdu alî jî di siyaseta xwe de li ber xwe bidin. Îsraîl bi israr e ku xeteriya di hêla Îranê de ji ser xwe rake. Rakirina vê xeteriyê jî tê wateya hilweşîna pergala heyî û Îran xistina jêr kontrola xwe. Lê di vê rewşê de çarenûsa rejîmê wê ber bi kuderê ve biçe ne diyar e. Di vê sedsalê de hemû dewlet netewên ku xwe di guhertinên demokratîk re derbas nekin û siyasetek demokratîk û îradeya civakê esas wernegirin, nikarin xwe ji mudaxeleyên heyî biparêzin. Niha hemû fermandar û berpirsiyarên ku wekî dendika Şoreşa Komara Îslamî ya Îranê bûn, yek bi yek tên hedef girtin û kuştin. Jixwe di Îranê de Spahê parastin û Apah Quds di diyarkirina siyasetê de xwedî rolek serekene. Ew her du jî wek hêza muhafezekar di diyarkirina siyaseta derve û ya navxweyî de diyarker in. Ji bo wê jî lawaziya hêza artêşê wê li ser giştî rewşa Îranê jî bandora xwe bike. Ji ber wek aliyê muhafazekar di meclîsê de jî bi bandor e û siyasetê araste dike.

Bi Jin Jiyan Azadî pêşengiya dema nû

Niha mijara esasî li Îranê rewşa civakê û bi taybet ya jinan e, çavê herkesê jî li ser helwesta civakê ye. Civaka Îranê bi çanda xwe ya dîrokî bi axa xwe ve girêdayî ye. Ji bo vê heya niha gelek hesabên li ser xwe pûç kiriye. Yanî li gor rastî û heqîqeta xwe ya dîrokî tevgeriya ye û nêzîkatiya li hember gelên Îranê jî li ser vê rastiyê pêwist e bê berçavgirtin. Şoreşa jin jiyan azadî bixwe re guhertin û rewşek nû li Îranê ava kir. Vê hem di warê zanebûnê hem jî di hêla rêxistinî de pêşketinên berbiçav çêkir. Di her hêlî de hişyar e û êdî dizane wê çawa tevbigere û helwest diyar bike. Lê di wê rewşa niha ya aloz û di van pevçûnan de xwe rêxistinkirin û hêza xweparastinê pêşxistin ya herî esas û giring e. Çawa ku şoreşa Jin Jiyan Azadî di pêşengiya jinên Kurd de belavî hemû Îranê bû, bi heman şêwazî dikare xwe rêxistin bike û hevgirtina xwe bi jinên Îranê re pêş bixe. Jin pêwist e pêşî li belavbûn û koçberiyê bigire. Dibe gelek hêz bixwazin nakokiyan di navbera gelan de pêş bixin, wekî firsendekê ji bo xwe binirxînin û bi kar bînin. Bi taybet li herêmên ku gelê me yê Azerî û Kurd bi hevre dijîn, hişyarbûn hewce ye.

Gelek nasyonalîstên Kurd û nijadperestên panturkîzmê hene ku bixwazin alozî çêkin. Li hemberî vê jî jinên Kurd û Azerî dikarin bi hevgirtinek hîn kûr û demokratîk pêşî li van provokasyonan bigirin. Çawa ku me li jor diyar kir, ev şer ne di berjewendiyê gelê Îranê de ye û ji bo pirsgirêkên ku gelê Îranê û jin dijîn nabe çareserî. Li ser banga Rêber APO ya Aştî û Civaka Demokratîk ku ne tenê ji bo gelê Bakur û Tirkiyê ye, ji bo hemû gelê Kurd û herêmê ye, perspektîfa ji bo pêşerojê di nav jiyanek aram û aştiyê de bijî, pêwîstî bi xwerêxistinkirinê heye. Rêbertî di peyama xwe ya ji bo xebata Jineolojî de got, “Ji Bo Jinan Rizgariya Hêviyê”. Bi hêvî û ji xwe bawerbûnê jin, li ser hîma Neteweya Demokratîk xwedî rolek dîrokî û jiyanî ye. Çawa bi şoreşa Jin Jiyan Azadî têkoşîna jinê derbasî merheleyek nû bû û vê gelek destketî bi jinan da qezenc kirin, di vê merheleyê de jî bi vê rol û rista xwe rabûna jinan, gelek giring e. 

 

/Newayajin.net/

Öne Çıkanlar